Haydar Şahin
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
BAB/ANKARA
Ji Kampa Yermukê û bakurê Humsê yên di dorpêça rejima Beşar Esed da texliyeyên mecbûrî dewam dikin. Ji ber êrîşên rejimê û şert û mercên dijwar ên dorpêçê gel mecbûrî koç dike, konvoyên gel ji herêmê texliye dikin derbasî Baba herêma Mertalê Feratê bûn.
Li gor aghaiyên nûçegihanê AAyê yên li Babê dan, konvoya 6an a ji Yelde, Bebbîle û Beyt Sahîma wargehên li Kampa Yermukê û konvoya 2yan a ji bakurê Humsê derketibûn rê gihîştin navçeya Babê.
Di konvoya 6an a ku ji 39 otobêsan pêk tê da, 655 kes ji Kampa Yermukê hatin texliyekirin û 2 ambûlansan jî j konvoyê ra hevalrêtî kirin.
Li bendê ne ku 8 hezar kesên din jî ji kampê werin texliyekirin.
Di encama mizekereyên bi navbeynkariya Rûsyayê va bi rejima Esed ra hatin kirin da di 29ê nîsanê da li hev kirin ku ji Kampa Yermukê ya di kontrola Artêşa Azad da texliyeyên mecbûrî dest pê bikin.
Li kampa ku 8 kîlomêtre li başûrç Şamê ye herî zêde welatiyên Filistînê dijîn.
- Konvoya 2yan ji Humsê derket û gihîşt bakurê welêt
Di encama mizakereyan da texliyeyên ji bakurê Humsê pêr dest pê kiribûn.
Konvoya 2yan a ji 59 otobêsan pêk tê da 2 hezar û 803 kes hatin etexliyekirin. Ev konvoy jî gihîşte navçeya Babê.
Bakurê Humsê ya di kontrola mixalifan da ev 5 sal e di dorpêça rejimê da ye û li vê herêmê di navbera 200 û 250 hezarî da kes dijîn.