Nihat Kavşut
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Îqtidar ji Twitterê dernakeve wê ji sindoqê derkeve. Îqtidara rastîn wê di 24ê meha hezîranê da eşkere bibe."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag li Avahiya Navendî ya Serokwezîriyê Ferîdun Daştanê Serokê Şaxa Yozgatê ya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSÎAD) û lijneya pê ra qebûl kir.
Bozdag piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û der barê kampanyaya li ser medyaya civakî bi peyamên "temam" dest pê kir wiha got: "Îqtidar ji Twitterê dernakeve wê ji sindoqê derkeve. Îqtidara rastîn wê di 24ê meha hezîranê da eşkere bibe."
Bekir Bozdag destnîşan kir ku rêya îqtidarê ji sindoqê derbas dibe û wiha got: "Xwe zêde newestînin. Rêya îqtidarê ji piştgiriyên Twitterê yan jî ji derewên medyayê derbas nabe. Ji sindoqê derbas dibe."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag xeberdana xwe wiha dewam kir: "Em ji gelê xwe bawer in. Em ê bi hev ra bibînin ku gel wê ji kê ra bibêje 'temam' û ji kê ra bibêje 'dewam."
Bozdag diyar kir ku hêza Tayyîp Beg ji gel tê û wiha peyivî: "Bi îzna Xwedê gelê me çawa 15ê Tîrmehê wî digel mirina xwe parast wê di 24ê Hezîranê da jî serokomarê me Erdogan di sindoqê da biparêze û mihafeze bike."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag destnîşan kir ku wê her tişt 24ê Hezîranê eşkere bibe û wiha axivî: "Ew xewn dibînin û wê 24ê Hezîranê bibe rojeke nû ku xewna wan bibe kabûs."
Bozdag der barê biryara Amerîkayê ya li ser Îranê da wiha got: "Daxuyaniya Birêz Trump ku duh da daxuyaniyeke bextreş e. Gaveke xelet avêtin."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bona biryara Amerîkayê ya li ser Îranê xeberdana xwe wiha dewam kir: "Amerîka wisa hesab dike ku wê bi gavê xelet encameke rast bi dest bixe, lê di demeke kurt da wê xeletiya xwe ferq bike."
Bozdag diyar kir ku Amerîkayê plan û polîtîkayeke nû daye ber xwe û wiha got: "Wisa xuyaye ku rêvebiriya Amerîkayê biryar daye ku di mijara Îranê da plan û polîtîkayeke nû bike dewrê. Gavê ewil yê planê ew e ku Amerîkayê ji peymanê vekişînin û wiha kirin. Gavê duyemîn jî ambargo ye ku wê bikin dewrê. Gavên sêyemîn û çaremîn çi ne em ê bi hev ra bibînin."