11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
ANKARA
Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li herêma Bab, Bizagah û Qebr el Mukrî yên Sûriyê, 21 avahiyên rêxistina terorê DEAŞê ku di navê da bargeh jî hene, 3 wesayîtên çekbarkirî, depoyeke çekan û tunelek ji navê birin. Di operasyonê da 9 terorîst jî hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, Operasyona Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de bi mebesta parastina sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, berdewam e.
Di 110emîn roja operasyonê da Firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li herêma Bab, Bizagah û Qebr el Mukrî li dijî hedefên rêxistina terorê DEAŞê hemleyeke asîmanî li dar xistin. Di hemleya asîmanî da 21 avahiyên rêxistina terorê DEAŞê ku di navê da bargeh jî hene, 3 wesayîtên çekbarkirî, depoyeke çekan û tunelek hatin jinavbirin. Di operasyonê da herwiha 9 terorîst jî hatin kuştin.
Li Babê bi dronê va 3 terorîstên endamên DEAŞê hatin kuştin û herwisa wesayîteke çekbarkirî hat jinavbirin.