29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
HEWLÊR
Rêveberiya Herêm Kurdistana Iraqê (HKI) ji ba xwe ve gotin ku derbarê teslîmkirina deriyên sînorî bo rêveberiya Bexdayê ti talîmatek nesitandine.
Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê bi daxuyaniyekê ragihand "Wezareta me derbarê teslîmkirina deriyên sînorî bo rêveberiya hikûmeta navendî ya Iraqê, ti talîmatek ji rayedaran nesitandiye û di vê mijarê de ti pêşniyariyek jî nehatiye pêşkêşkirin."
Di daxuyaniya Şanda Deriyên Sînorî ya Iraqê de hatibû destnîşankirin ku bi mebesta teslîmwergirtina deriyên sînorî yên li HKIyê, tê plankirin 3 qafîleyên ku ji leşker û efseran pêk tê, bên şandin.
Di bin kontrola HKIyê de 3 deriyên sînorî hene, yek ji wan ber bi Tirkiyeyê û 2 yên din jî ber bi Îranê ve vekirî ne.