01 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.
Di peyamê da Barzanî pîrozbahî li karkerên Kurdistanê û yên hemî cîhanê kir û wiha got, "Ji ber Roja Cîhanî ya Karkeran, pîrozbayiyê xwe yê herî germ digihînim karkerên xoştiviyên Kurdistanê û yên hemî cîhanê. Karker çîneke westiyayî ne, rola wan ya sereke di binyatdanîn û geşepêdana aborî, pêşkeftina welat û avakirinê da heye. Bêguman ev welat dibe di warê aborî da pêşbikeve ku karker bi rehetî bikaribin xizmeta welatê xwe bikin bêyî ku mafên wan bêne binpêkirin û bihêle ku sendîka û rêxistin bi levhatî bihêz û çalak bin."
Serokê HKIyê anî ziman ku xebat û têkoşîna karkeran li ser hemî aliyan ferz dike ku piştgiriya wan bikin û wiha got, "Ji erkeke dadperweriyê ya ku daxwazên karkaran bên bicihanîn û piştgiriya mafê wan bê kirin. Him di saziyên taybet û him jî di saziyên giştî da."
Barzanî di dawiya peyama xwe da got, "Ez bi pêwîstî dizanim di vê mijarê da ji ber mandîbûna karkerên me yên hêja, ez sipasiya wan bikim ku tehemmula qeyrana aborî û rewşa zehmeta ku li herêmê berdewame dikin û di xizmetê da berdewam in."
Ji aliyekî din va Encumena Wezîrana Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji ber 1ê Gulanê peyamek belav kir.
Encumena Wezîran di peyama xwe da got, "Ji ber 1ê gulanê roja cîhanî ya kedkaran, em pîrozbahiyê li karkerên Kurdistanê û yên hemî cîhanê dikin. Karker sitûnekî serekî yê civakê ne, çîna xwedîrenc e û berhemhênerên welatê xwe ne. Karkerên Kurdistanê di pêvajoya avakirinê û geşepêdana Kurdistanê da, xwedî roleke girîng in. Hikûmeta Herêmê wê herûher ji bo baştirkirina rewşa karkeran û mafê wan yê giştî bixebite."