01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
HELEB
Yekîneyên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ji bo rê li PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê bi piştgiriya rejima Sûriye û Rûsyayê ve li bakurê Helebê pêşve diçe bigirin, hewl didin.
Li Eşrefiyeya taxa Helebê şerê di navbera yekîneyên AAS û PYDyê de didome. AASyê PYDê di nav kuçeyên taxa Eşrefiyeyê de zeft kir û herdu alî di cihekî gelek teng de gule berî hev didin.
Ji fermandarên koma Ceyşul Tehrîra girêdayî AASyê Abû Karmo Îdlibî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ewê Helebê ji destê PYDyê "xilas bikin."
Karmo Îdlibî got ku dema PYD dikeve tengasiyê ji rejimê alîkariyê dixwaze û wiha dewam kir: "Kordînasyona di navbera herdu aliyan de wisa baş e ku dema balafir tên dizanin ku wê di ser kê derê de bombeyan bibarînin. Di wê navberê de hêzên PYDyê ji qada ku wê balafirên rejimê bombe bikin dûr diçin."
Îdlibî ragihand ku rejim ji bo piştgiriya PYDyê bike cihên ku li Helebê di bin kontrola muxalifan de ne dide ber topan.
Salih Sellûmêyê ku di heman komê de şervane jî PYDyê ji ber teşhîrkirina cesedên muxalifên li Efrînê ya ku di şer de hatibûn kuştin, şermezar kir û got: "Di şer de em jî cinazeyê milîtanên PYDyî dibînin û heta îro jî me ew qet teşhîr nekirine berevajiyê vê em wan li gor şert û mercên îslamî defin dikin."
Mensûbên AASyê yên ku di şer û pevçûnê de miribûn 3 roj berê ji hêla PYDyê ve li pişt tirekê hatibûn siwarkirin û di kolanên Efrînê de hatibûn teşhîrkirin.