Haydar Şahin
15 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Berdevkiya koalisyona dijî DEAŞê ya di pêşîkêşiya Amerîakyê da diyar kir ku wezîfeya wan a li bakurê Sûriyeyê neguheriye û wiha got: "Ji bo fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeya endamê NATOyê binirxînin em cihên çavdêriyê jî tev operasyonên xwe yên normal didomînin."
Berdevkiya koalisyona dijî DEAŞê li ser rewşa dawîn a li Sûriyeyê û cihên çavdêriyê yên ku ew ê li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê werin avakirin daxuyaniya nivîskî da.
Berdevkiyê diyar kir ku di operasyonên li Sûriyeyê tên kirin da guherînek tune û wiha pê da çû: "Ji bo fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeya endamê NATOyê binirxînin em cihên çavdêriyê jî tev operasyonên xwe yên normal didomînin."
Berdevkiyê diyar kir ku bi hinceta "têkçûyîna DEAŞê mayînde bikin" ew ê xebatên xwe yên bi hevkarên xwe yên li herêmê ra bidomînin, xeberên dibêjin Amerîkayê pozîsyon guherand jî şaş in.
James Mattîsê Wezîrê Parastina Amerîkayê hefteya borî diyar kiribû ku Amerkayê li sînorê aliyê bakur ê Sûriyeyê ciyên çavdêriyê ava bike û armanca van ciyan jî ew e ku dema tehdîdek li dijî Tirkiyeyê hebe agahiyan bidin Tirkiyeyê.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar nerazîbûna xwe ya li ser mijarê gotibû û wiha axivîbû. "Di dema hevdîtinan da me ji wan ra got heke eskerên Amerîkayê li sînor ciyên çavdêriyê ava bikin mesele ew ê li welatê me cuda were fehmkirin. Nêrîneke wisa ew ê çêbibe ku bêjin 'Eskerên Amerîkayê terorîstên YPGyî diparêzin, wan vedişêrin'. Di hevdîtinan da me hem ji rayedarên eskerî hem jî yên sivîl ra qala aciziya xwe kir."