Türkan Tosun
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
MOSKOVA
Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov got cîvîna ku wê li Soçiyê di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putin û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî de birêve biçe wê ji Kongera Gelên Sûriyeyê cudatir çêbibe.
Peskov li Moskovayê ji rojnamevanan re daxuyand ku wê 22yê mijdarê li Soçiya bajarê Rûsyayê civîneke sêalî çêbibe û mijara wê ya sereke Sûriye ye.
Berdevk Peskov got ev civîna sêalî ne wek civîna ku heftaya borî di navbera Erdogan û Putîn de ye û wiha axivî: "Civîna 22yê mijdarê wê li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê, îstîqrar û ewlehiyê be û ewê di bin garantoriya 3 welatan de çêbibe. Ji bilî vê ev civîn wê ji Kongera Gelên Sûriyeyê cudatir çêbibe. Der barê vê kongreyê de hê tu dîrokek nehatiye eşkerekirin."
Peskov bersiv neda pirsa "di cîvînê de gelo wê peymanek bê îmzekirin?".