Nihat Kavşut
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
WASHINGTON
Dana Whiteya Berdevka Wezareta Parastina Emrîkayê (Pentagon) piştî ku rayedarên Pentagonê destnîşan kirin "siyanetê nîşanî" peymana PKK/PYD-DEAŞê didin ji bona daxuyaniyên Tirkiyeyê yên der barê mijarê da bang kir ku hemû teref ji bona çareseriyeke siyasî bixebitin.
Whiteyê û Kenneth F. McKenzieyê Berdevkê Sererkaniya Emrîkayê daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş dan.
Dana Whiteyê li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya "Piştî ku berdevkê koalîsyona di serkêşiya DYAyê da ji bona peymana li Reqayê di navbera PYD/PKK û DEAŞê da hat çêkirin got em 'siyanetê nîşan didin' Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku bi ber dikevin ku daxuyaniyeke wiha hatiye dayîn, di vê mijarê da şiroveya we çi ye?" wiha peyivî: "Em bang li hemû terefan dikin ku ji bona çareseriyeke siyasî hewl bidin. Em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD/PKK/PYD) ra dixebitin û armanca me têkbirina DEAŞê ye."
Whiteyê li ser pirsa "Haya Jim Mattisê Wezîrê Parastina DYAyê ji peymanê heye yan na?" diyar kir ku naxwaze bersiva vê pirsê bide.
Dana Whiteyê destnîşan kir armanca wan ya li Sûriyeyê ew e ku dijî DEAŞê şer bikin.
Whiteyê li ser pirsa "Heger DEAŞ têk biçe armanca DYAyê ya li Sûriyeyê çi ye?" destnîşan kir ku ev têkoşîn têkoşîneke gerdûnî ye û got wê bi gelek nifşan dewam bike.