Önder Beyter
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
KUWEYT
Hat ragihandin ku Kuweyt, DYA û Îngîltereyê ji layenên qeyrana Kendavê daxwaz kirin ku li ser bingeha diyalogê qeyranê çareser bikin û rageşiya li herêmê herwisa hêsa bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kuweytê (KUNA), li parêzgeha Hewalî ya Kuweytê, Wezîrê Karên Derva yê Kuweytê Sebah Xalid el-Hamad es-Sebah li Qesra Beyanê ligel Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Rex Tillerson û Misteşarê Ewlekariya Neteweyî ya Îngîltereyê Marc Sedwill civînek li dar xist.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku hersê welatan jî fikara xwe ya der barê qeyrana Kendavê da îfade kirin û herwiha ji layenên qeyranê daxwaz kirin ku li herêmê rageşiyê hêsa bikin û bi rêbazên diyalogê, qeyranê çareser bikin.
Di civînê da herwisa bal hat kişandin ku DYA û Îngîltere piştevaniya hewldana navçîtiyê ya Emîrê Kuweytê Şêx Sebah el-Ehmed el-Cabîr es-Sebah a di warê çareserkirina qeyranê da, dikin.