Önder Beyter
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov helwesta Amerîkayê ya li hemberî welatên ku dixwazin ji Rûsyayê çekan bikirin, rexne kir û wiha got, "Welatên ku dixwazin ji Rûsyayê çekan bikirin, naxwazin mafên wan ên bazirganiyê bibin mijara tehdît û ultîmatomê. Ev zexta Amerîkayê di xwe da rîska nediyarî û pevçûnê dihewîne."
Lavrov li Herêma Vladîmîr a Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya li çalakiyekê da diyar kir ku haya wan ji planên eskerî yên Amerîka û hin welatên Ewropayê yên dijî Rûsyayê heye.
Lavrov destnîşan kir ku serweriya Rûsyayê bi temamî tê parastin û herwiha dê were parastin jî û wiha dewam kir, "Zexta Amerîkayê ya li ser welatên ku dixwazin ji Rûsyayê çekan bikirin, di xwe da rîska nediyarî û pevçûnê dihewîne."
Lavrov îdia kir ku Amerîka bi awayekî eşkere di vê mijarê da zextê li welatên wekî Tirkiye, Hindistan û Endonezyayê dike û wiha dewam kir:
"Welatên ku dixwazin ji Rûsyayê çekan bikirin, naxwazin mafên wan ên bazirganiyê bibin mijara tehdît û ultîmatomê. Amerîka jî eşkere zextê li wan dike ku ji peymanên navborî vekişin."