Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ÎDLIB
Li Îdliba Sûriyeyê saziya civakî ya sivîl "Parastina Sivîl" a ku wek "Yên Baretspî" tê zanîn ji bo şopên şer paqij bike li bajêr enkazan radike, peyarêyan boyax dike û paqijiyê dike.
Tîmên Parastina Sivîl li Îdlibê avahî û rêyên ji ber êrîşên rejima Beşşar Esed zirar dîtine nû dikin.
Zarok û welatî jî alîkariya xebatkarên rêxistinê dikin.

Mistefa Hac Yusifê Midûrê Parastina Sivîl a li Îdlibê ji nûçegihanê AAyê ra got ew li heft herêmên Îdlibê hewl didin ku bi xebatan ve şopên şer paqij bikin.
Yusif wiha axivî: "Em binesaziyên ku di şer de xisar dîtine nû dikin, peyarêyan boyax dikin, çalên li ser rêyên sereke digrin. Em şopên şer tîne bîra mirovan ji bajêr paqij dikin û hewl didin li bajêr ji bo zarokan şopên êşê nemînin."
Yek ji wezîfedarê Parastina Sivîl Abdulrezzak Hettab jî wiha got: "Li navçeya Xan Şeyhunê di çarçoveya kampanyaya paqijkirinê de xebatên nûkirinê dewam dikin. Xebatên bi vî rengî qasî xilaskirina canê mirovan girîng in."
- Yên Baretspî
Rêxistina bi navê "Yên Baretspî" ya ku dildar lê dixebitin ji ber ku dildarên wê baretên spî didin serê xwe wisa tê binavkirin.

Rêxistinê heta niha jiyana deh hezaran kesî xilas kir.
Jin jî di nav de 3 hezar kes ji bo vê rêxistinê dixebitin. Ew him xebatên lêgerîn û xilaskirinê dikin, him bi cinazeyan re eleqedar dibin û him jî alîkariya birîndaran dikin.

Di sala 2016an da Yên Baretspî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê wek namzed hat nîşandan.
Xebatkarên saziyê der barê mayîn, teqemeniyên bi destançêkirî û bombeyên neteqiyane û paqijkirina wan de agahiyan didin gel û wan perwerde dikin.