İbrahim Atmaca
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 07 Îlon 2018
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê diyar kir, xurtbûna aboriya Tirkiyeyê ji bo berjewendiya stratejîk a Almanyayê baş e û erênî ye.
Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) beşa li ser Tirkiye û geşedanên Îdlibê ya hevpeyvîna ku têlevîzyona RTL/n-tvê bi Angela Merkelê ra kir jî weşand.
Merkelê destnîşan kir ku xurtbûna aboriya Tirkiyeyê ji bo berjewendiya stratejîk a Almanyayê baş e û erênî ye û wiha dewam kir: "Heke em hereketeke ku bibe sedema zeyîfbûna Tirkiyeyê bikin, em ê wê çaxê li gor berjewendiyên xwe hereket nekin."
Merkelê ji bo têkiliyên Tirkiye û Almanyayê got, "Em timî nikarin bibêjin baş e an jî xerab e. Rastî ev e." Merkelê diyar kir ku li Almanyayê 3 milyon Tirk dijîn û ji ber vê yekê herdu welat bi têkiliyeke taybet va bi hev va girêdayî ne.
Di hevpeyvîna ku wê îro were weşandin da Merkel li ser geşedanên li Îdlibê û tearuza muhtemel a rejimê sekinî û bang kir ku divê meriv ji wê şaşiyê dûr bisekine da ku li Îdlibê felaketeke mezin a însanî çênebe. Merkelê diyar kir ku divê meriv bi yên tundrew ra têkoşînê bide, lê divê sivîl jî werin parastin.
Angela Merkelê diyar kir ku ew ji bo operasyona muhtemel û parastina gel bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra jî axivî.