02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
KERKÛK
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Casim Caf diyar kir ku ji destpêka şerê rizgarkirina Mûsilê heta niha 199 hezar kesî ji Mûsil û navçeya Kerkûkê Hewîceyê koç kiriye.
Wezîr Caf seredana Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm kir û der barê rewşa koçberan de axivî.
Caf der barê jimara koçberan de wiha agahî dan: "Ji destpêka şerê rizgarkirina Mûsilê heta niha, di 3 mehan de 199 hezar kesî ji Mûsil û navçeya Kerkûkê Hewîceyê koç kiriye, hatine deverên aram."
Wezîr anî ziman ku ji Hewîceyê 30 hezar kes reviyane û li Kerkûkê bicih bûne.
Der barê vegera penaberan de jî got: "Divê xelk vegere cihên ji DEAŞê rizgarbûyî. Bi taybetî Selaheddîn, Enbar û navçeyên Mûsilê yên ku rizgar bûne divê xelkê wan deran vegerin malên xwe."
Necmeddîn Kerîm jî bal kişand ser giranbûna barê Kerkûkê û got: "Ji ber penaberan barê Kerkûkê bi yekcarê zehmet bûye. Problemên ceyran, av, sotemenî û tenduristiyê hene. Îro 75 hezar xwendekarên Enbar, Selaheddîn, Diyale û Mûsilê bi yên Kerkûkê re dixwînin. Tekane çareserî ew e ku penaber vegerin malên xwe. Deverên ji DEAŞê rizgar bûne divê xelk vegerin wan deran."