04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Seroka Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya meha nîsanê û Nûnera Mayînde ya DYAyê ya li NYyê Nikki Haleyê diyar kir ku xelkê Sûriyeyê êdî Beşar Esed naxwaze.
Haley di civîna xwe ya der barê bernameya meha nîsanê ya KENYyê da der heqê siberoja Esed, bi destê Îsraîlê avakirina deverên xwecihî yên dereqanûnî û ziyareta Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî ya Qesra Spî da daxuyanî da.
Li ser pirsa der barê daxuyaniya Nikki Haley û ya Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Rex Tillerson ku gotibûn, "Xelkê Sûriyeyê wê biryara siberoja Esed bide" da Nikki Haleyê wiha bersiv da, "Di dilê me da ji bo Esed evînek tuneye; me bi zelalî ev eşkere kir. Ev demeke dirêj e ew bi xwe li ber aştiyê asteng e, sûcdarê cengê ye. Tiştê ku anî serê gelê xwe, tirsnak û xof e."
Haleyê diyar kir ku Esed bi berdewamî di radara DYAyê da be û wiha xeberda, "Li gorî me xelkê Sûriyeyê êdî naxwaze ku Esed bimîne. Emê bi berdewamî çalakiyên Esed bi awayekî xurt şermezar bikin."
Herwiha Haleyê piştevaniya Îran û Rûsyayê ya bona Esed jî rexne kir û got ew dixwazin ku li Sûriyeyê bandora Îranê bişikê.