04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
BÎŞKEK
Komîteya Dewletê ya Ewlekariya Neteweyî ya Qirxizistanê diyar kir ku êrîşkarê metroya li bajarê St.Petersburgê ji eslê xwe qirxiz e û welatiyê Rûsyayê ye.
Rahat Silêmanovê Berdevkê Komîteya Dewletê ya Ewlekariya Neteweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşkarê xwekujiyê ji eslê xwe qirxiz e û welatiyê Rûsyayê ye.
Silêmanov destnîşan kir ku bi rêxistina îstixbarata Rûsyayê ra temasên wan dewam dikin û li ser mijarê lêkolîn tê kirin.
Çapemeniya Rûsyayê jî diyar kiribû ku êrîşkar Akbarcan Celilovê 22 salî ji eslê xwe qirxiz e.
Do di êrîşa li metroya St.Petersburgê da 10 kes miribûn û 47 kes jî birîndar ketibûn.