04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
PARÎS
Wezareta Karên Derve yê Fransayê ragihand ku piştî teqîna li St. Petersburgê, li paytext Parîsê di wesayîtên gel de tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Di daxuyaniya ji wezaretê hat kirin de wiha hat gotin: "Bi taybetî li îstasyonên metroyê, garên trênê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Em wek Wezaretê gelek baldar in û şaxên me yên ewlehiyê jî di nava seferberiyê de wezîfeya xwe dikin."
Li Parîsê piştî ku di 13ê mijdara 2015an de di êrîşên ku li 6 herêmên de cuda hatin kirin û 130 kes mirin li welêt rewşa derasayî hatibû îlankirin.
Her wiha di 14 tirmehê da li bajarê Nîceyê êrîşeke terorê hatibû kirin û di êrîşê da 84 kes miribûn, ji ber vê yekê rewşa derasayî hatibû dirêjkirin.