Haydar Karaalp
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 10 Îlon 2022
Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) diyar kir, daxwaza pêşengê Şîe Muqteda es-Sedr a "fesxkirina Meclisê" divê bi biryara hevpar a hemû komên siyasî va be.
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed li Hewlêrê di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da bangewaziya Sedr a ji bo PDKyê û Suniyan a ji bo ku Meclis were fesxkirin helwestê nîşan bidin, nirxand.
Berdevk Mihemed bal kişand, biryara fesxkirina Meclisê biryareke wisa ye ku divê bi biryara hevpar a hemû komên siyasî va were dayîn.
Sedrê serkeftiyê hilbijartinê, bangî PDKyê û Suniyên hevalbendên xwe kiribû ku ji bo fesxkirina Meclisê helwesta xwe nîşan bidin.
Sedr diyar kiribû ku ew naxwaze bi komên Şîe yên Îran alîgirê wan e hikûmetê ava bike û lewma dixwaze ku Meclis were fesxkirin û hilbijartina pêşwext were kirin.
Hevrikên Şîe yên Sedr ên Îran li pişt wan e, li dijî vê daxwazê derdikevin.
Dadgeha Federal a Iraqê jî serîlêdana fesxkirina Meclisê red kiribû û ragihandibû ku ev yek ne di çarçoveya erka wan da ye.