26 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku peymana di navbera ÎMC TVya, darazê tespît kir ku weşanên ku pesnê çalakî û fealiyetên rêxistina terorê ya dereqanûnî dide, dike û Turksat AŞyê de hat betalkirin.
Ji Turksat AŞyê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku Turksat AŞ ji bo saziyên peydakerê xizmeta çapemeniyê ya ku lîsansa wan a weşanê ya ku ji aliyê saziyên îdarî yên rayedar ve tên dayîn re qapasîte tehsîs dike û hat gotin ku di çarçoveya Qanûna bi Nimreya 6112 berpirsyarî û peywira Turksat AŞê tune ku kontrola naverokan bike. Hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de bi ÎMC TVyê re peyman hat îmzekirin û wiha hat gotin:
"Lê belê bi nivîsa ku saziya darazê ji saziya me re şand û bi rapora pispor a di pêvekê de hatiye tespîtkirin ku şirketa muxatab propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdarî dike. Ne mimkûn e ku peymana bi TVya ku logoya wê ÎMC ye ya tespîtkirin ku weşanên ku pesnê çalakî û fealiyetên rêxistina terorê ya dereqanûnî ya ku ji bo ewlehiya me ya neteweyî tehdîdeke eşkere ye, berdewam bike. Li gor prensîbên giştî yên hiqûqê û di çarçoveya madeyên der barê peymana ku hat kirin de peymana ÎMC TVyê hat betalkirin û dawî li weşana wê anîn."