Önder Beyter
26 Gulan 2019•Rojanekirin: 27 Gulan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed duh bi şev bi bombeya "fosfora spî" ku emilandina wê qedexe ye, êrîşî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, rejima Esed duh bi şev bi bombeya fosfora spî êrîşî navçeya Xan Şêxûnê û li gundê Abîdînê yên li başûrê Îdlibê kirin.
Piştî bombebaranê li navçeya Xan Şêxûnê û li gundê Abîdînê agir bi zeviyan ket.
Hat diyarkirin, şewatên navborî hê jî nehatine vemirandin û bi dehan hektar zeviyên çandiniyê yên nedirûtî şewitîn.
Wekî çek emilandina fosfora spî ku di dîmenên li ser medyaya civakî da ketina wê eşkere û zelal dixuyê, li gorî hiqûqa şer a navneteweyî qedexe ye.
Navçeya Xan Şêxûnê û li gundê Abîdînê ji ber êrîşên rejimê yên van herdu mehên dawîn, bi piranî vala bûne. Ji ber vê çendê tê texmînkirin ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehatiye.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e.
Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Hêzên rejimê li başûrê rojhilatê Îdlibê ji ber ku her tim agirbestê bin pê dikin Tirkiye, Îran û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Çavkaniyên parastina sivîlan destnîşan dikin ku ji 25ê nîsanê vir va di êrîşan da herî kêm 210 sivîl hatin kuştin, ji 515an zêdetir kes jî birîndar bûn.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî mehek berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxe, car caran operasyonan dikin.