Haydar Şahin
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
TEHRAN
Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê diyar kir ku Amerîka ji civaka navneteweyî hat îzolekirin.
Rûhanî piştî civîna serokên daraz, rêvebirin û qanûndanînê ya li Tehrana paytext daxuyanî da û zextên Amerîkayê nirxand.
Ew wiha axivî: "Îro Amerîka di mijara zextên li ser Îranê da ji berê zêdetir hat îzolekirin. Çalakiyên dereqanûnî yên Amerîkayê di nav mitefîqên wê da nehatin qebûlkirin."
Rûhanî got ku di mijara zextên Amerîkayê da bi Çîn, Rûsya, welatên Ewropayê û welatên cînar ra hevdîtinan dikin, welatên pê ra diaxivin dibêjin ku zextên Amerîkayê yên li ser Tehranê qebûl nakin.