Haydar Şahin
10 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
MOSKOVA
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê diyar kir ku xebatên ji bo bêçekirina Îdliba herêma bêpevçûn a li Sûriyeyê "qasî têra xwe pêş dikevin".
Lavrov bi Marîa Ubacha hemtaya xwe ya Andorayê ra hat ba hev, piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li da xistin. Lavrov di civîna çapemeniyê da mijara sepandinên mitebeqata Soçiyê nirxand.
Lavrov bi bîr xist ku li gor mitebaqata Soçiyê pêvajoya bêçekirina Îdlibê ew ê di 15ê cotmehê da bi dawî bibe û wiha axivî: "Peymana li ser bêçekirina Îdliba herêma bêpevçûn tê bicîkirin. Di mijara hevkariya bi hemû komên li wê derê (Îdlibê) ra were kirin da hevkarên me yên Tirk rola sereke dilîzin. Agahiyên me piştrast dikin ku pêvajo qasî têra xwe pêş dike."
Lavrov got ku herêma tê bêçekirin dibê piştî 15ê cotmehê bi tevahî bikerhatî be, rojek an 2 roj dirêjbûna wê zehf girîng nîne. Lavrov wiha axivî: "Di her rewşê da ya girîng qalîteya vî karî ye. Ya girîng ew e ku kar dimeşe û em bi awayê çalak piştgiriyê didin hewlên hevkarên xwe yên Tirk."