Emre Gürkan Abay
10 Tebax 2022•Rojanekirin: 11 Tebax 2022
Hat ragihandin ku ji ser Ukraynayê ra sewqkirina nefta Ûris wê îro cardin dest pê bike.
Îgor Deminê Şêwirmendê Serok ê Transnefta dezgeha xeta boriya neftê ya Ûris daxuyanî da RÎA Novostiya ajansa nûçeyan a Ûris û diyar kir, ji bo ku ji ser Ukraynayê ra sewqkirina neftê cardin dest pê bike, ew dixebitin.
Demin daxuyand, îro ji xeta Drujbayê ya li ser Ukraynayê ra derbas dibe ra sewqkirina neftê cardin dest pê dike û wiha dewam kir, "Em plan dikin ku di saet 16.00î da sewqkirinê bidin destpêkirin. Sewqkirin wê pêşiyê biçe Slovakyayê paşê bigihêje Macaristanê."
Li gor daxuyaniya ku duh ji Transneftê hat dayîn, ji ber ku pere seba tengavkirinan nayê dayîn, Ukraynayê sewqkirina nefta Ûris di 4ê tebaxê da dabû sekinandin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Ewropayê, li ser sekinandina sewqkirinê şirketên Slavnafta Slovakyayê û MOLa Macaristanê deynê xwe ji Ukraynayê ra şand.