Önder Beyter
19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Serokomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku li Sûriyeyê divê piştgiriya çareseriyeke siyasî ya li ser bingeha jiyaneke serbilind û azad were kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê, Salih li paytext Bexdayê li meqamê xwe ligel Alexander Lavrentievê Nûnerê Taybet ê ji bo Karûbarên Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn rûnişt.
Salih di hevdîtinê da bal kişand ser girîngiya berfirehkirina peywendiyên dostane yên Rûsya û Iraqê û herwiha geşkirina peywediyên di warê siyasî, eskerî, aborî û enerjiyê da.
Salih herwisa qala rewşa Sûriyeyê jî kir û got ku li Sûriyeyê divê piştgiriya çareseriyeke siyasî ya li ser bingehê jiyaneke serbilind û azad were kirin.
Herwisa Nûnerê Putîn, Lavrentiev jî wekîltiya silavên Putîn ên ji bo Salih kir û daxwaza xwe ya geşkirina peywendiyên dostane û dewamkirina piştevaniya welatê wî ya ji bo Iraqê dubare kir.