23 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
WASHINGTON
John Nîxonê Sîxurê Teşkîlata Agahî Hildanê ya DYAyê (CIA) yê berê yê ku îfadeya serokê têkçûyî yê Iraqê Sedam Huseyîn hildabû got ku wan qasî du mehan îfadeya Huseyîn hildane û gihîştine encamê ku li Iraqê çekên kîmyewî tunene.
Nîxon der barê pirtûka xwe ya bi navê Debriefing the President (Îfadehildana Serok) ya ku di meha çileya paşîn de çapa wê ya ewil hatibû kirin de li Enstîtûya Brookîngsê ya ku navenda wê Washingtonê ye axivî.
Nîxon got ku 8 meh piştî dagirkeriya Iraqê ew çûye li Iraqê û wiha behsa dîtina xwe ya Sedam Huseyîn kir: "Ez ketim odeyê ku tespît bikim ka ew Sedam Huseyînê rastîn e yan dublorê wî ye. Di destê me de der barê wî de agahîyên fizîkî hebûn, mînak li ser zenda wî deqa eşîra wî heye, di hêta wî de şopa guleyan heye. Min her tişt kontrol kir ancax dema ketim hundir û wî çawa ku cara ewil li rûyê min nihêrî, min fêm kir ku ew Sedam e."
- "Çekên kîmyewî tunebûn"
Sîxurê teqawidbûyî got çaxa ku Sedam Huseyn hat girtin rêveberiya Amerîkayê nizanibû ku ew ê serokê jitextdaxistî çi be, paşê xwestin ku bi hefteyan bi wî ra biaxivin, wî jî bi Sedam ra li ser dîroka Iraq û Rojhilata Navîn axiviye.
Nîxson diyar kir ku li ser çekên kîmyewî yên ku her kesî mereq dikir axivîn û wiha pê da çû:
"Di encama jêpirsîna ku 2 mehan dewam kir û her tim mijar hate ser çekên kîmyewî da ez jî hatim ser fikra Sedam; Li Iraqê çekên kîmyewî tunebûn. Bernameya çekên kîmyewî an jî nukleerê ya rejima Iraqê tunebû. Wek mayîn di nav pîlanên Sedam da jî tunebû."
Nîxon got Sedam li dijî kontronorên Neteweyên Yekbûyî derdiket ev jî tiştekê normal bû, lewra serokê jitextdaxistî digot ew ê di heyetê da gelek endamên îstixbaratê hebin û nedixwest ew bên.
Nîxon wiha pê da çû:
"Mafê desthilatdariyê dihat îxlalkirin xêncî vê jî Sedam ditirsiya ku endamên îstixbaratê bi heyeta kontrolê ra bên welêt ew ê cebilxane û ciyên leşkerî hîn bibin. Tirsa wî ew bû ku sîxur di nav heyetê da bên û zeyîfiyên rejimê hîn bibin, ev jî tiştekî wisa ye ku tê fehmkirin. Ji ber vê jî li gor min mijar ji tesbîtkirina çekên kîmyewî cuda ye.
- "Dizanibû ku wê were îdamkirin"
Nîxon ragihand, Sedam di halê dawîn da dizanibû ku wê were îdamkirin, lê digel vê pir sakîn û waqûr bû û Nîxon ew wiha pênase kir, "ew ji lîderên herî karîzmatîk ên ku ez rast hatim bû".
John Nîxon diyar kir, ji rêvebiriya Amerîkayê her kesî îdia dikir ku Sedam bêyî were girtin, wê întihar bike, lê psîkiyatrîstên CIAyê gotin ku yekî mînanî wî girêdayî doza xwe, xwe nakuje.
Ajanê teqawidbûyî diyar kir ku wî ji Sedam ra got ku tu têk çûyî, hikûmeteke nû wê were avakirin, wî jî got ku Amerîkayê li Iraqê ser nekeve.
Nîxon wiha axivî:
"Ji min ra got, 'Hûn vî welatî nas nakin. Heke ez herim, piştî min ev welêt wê bibe hêlîna terorê û gelek komê welat bikin qada şer'. Min jê ra negot, lê min di dilê xwe da got, 'Di vê mijarê da mafê te heye'. Li ser berbelavbûna Îranê ya mezhebparêziya şîeyan disekinî. Digot ev ji bo civata Iraqê û erdnîgariya ereban ne baş e. Bi rastî jî di vê mijarê da mafdar derket."
Nîxon diyar kir, wî jî weke gelek kesan bawer dikir ku piştî îdama Sedam Huseyîn, Iraqê wek dewleteke hiqûqê li ser rêya xwe bimeşe, lê dema ku Sedam şevekê li ber kamerayan bi dirişmeyan hat dardakirin, xeyalên wî şikestin.
Nîxon parast ku Sedam gelek karên xerab kirin û wiha dewam kir: "Weke ku li Iraqê bi salan çi kir, wisa jî hat îdamkirin. Wê demê min got 'Ya Rebbî, em ji bo vî hatin vê derê'."