Önder Beyter
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derva der heqê Rapora Mafên Mirovan a 2017an a Amerîkayê da wiha daxuyanî da, "Di rapora mewcûd da îdia û tawanbariyên derdorên têkildarê terorê wekî ku rastî ne, hatine nivîsandin ku em ji vê helwestê gelekî xeyalşikestî bûn."
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat balkişandin ku ligel têkoşîna xwe ya dijî tehdîdên piralî û giran ên terorê, Tirkiye bibiryar rêgezên demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê bi cih tîne.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di rapora ku di 20ê Nîsana 2018an da hat weşandin da di beşa der heqê welatê me da gelek pênasekirinên xelet û herwiha îdia û tawanbariyên ku mumkin nîne mirov qebûl bike, hene. Tevdîrên ku welatê me di çarçoveya têkoşîna xwe ya rewa û mafdar a dijî rêxistinên terorê DEAŞ, PKK/YPG, FETO û DHKP-Cyê da werdigire, ne rast û yekalî hatine nîşandan."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku şêweya nivîsîna raporê, ne li gorî welatên ku qîmetê dide maf û azadiyên mirovan e û wiha hat balkişandin:
"Di rapora mewcûd da îdia û tawanbariyên derdorên têkildarê terorê wekî ku rastî ne, hatine nivîsandin ku em ji vê helwestê gelekî xeyalşikestî bûn. Ji ber ku dûrî krîterên bêalîbûn û objektîfbûnê ye, îtibara vê raporê şikestin xwariye. Herwiha pêşniyaza me ya ji bo welatên ku me bi îdiayên neheq va tawanbar dikin ew e ku bira pêşiyê li xwe vegerin û dawiyê li pêpeskirina mafên mirovan ên li hemberî welatiyên xwe bînin."