23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
VAN
Înîsiyatîfa Piştgiriya Sivîl a Wanê piştî nimêja înê bîlboardên Şaredariya Yenîşehira navçeya Diyarbekirê yên ku tê da karîkatura hunermendekî ji Danîmarkayê hebû û tê da "Heqaretê li Hz. Mihemed dikirin", protesto kir.
Endamên înîsiyatîfê piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Hz. Omer kirin, li hewşa mizgeftê civiyan. Endamên înîsiyatîfê tevî welatiyên ku piştgiriyê dan afîşên ku Şaredariya Yenîşehirê "ji bo ku balê bikişîne ser bûkên zarok" darda kiribû û tê da karîkatura hunermendekî ji Danîmarkayê hebû û tê da "Heqaretê li Hz. Mihemed dikirin", protesto kirin.
Di destê komê da pankarta ku li serê bi tirkî û kurdî "Dê û bavê min fedayî te bin ya Resûlê Xwedê" hatibû nivîsandin hebû û komê selewat anî û slogana "Destê ku dirêjî Hezretî Mihemed dibin, bira bişkên" avêtin.
Endamê Înîsiyatîfa Piştgiriya Sivîl a Wanê Muhammed Garîp li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku heqareta ku li Hz. Mihemed û nirxên Îslamê hatine kirin şermezar dikin.
Garîp destnîşan kir ku di çarçoveya rênîşandan û emrê kesên li dijî Îslamê yên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê heqaret tê kirin û got ku meriv nikare van heqaretan wek "azadiya îfadeyê" binirxîne.
Garîp bi bîr xist ku karîkaturên ku tê da heqaretê li Hz. Mihemed dikirin li Fransayê hatin weşandin û wiha got: "Li ser vê jî misilmanan bertek nîşan dan. Bi destê Şaredariya Yenîşehira navçeya Diyarbekirê jî bi sernava 'bûkên zarok tunin, mêrên tecawizkar hene' va dîsa ev hat kirin."
Garîp di xeberdana xwe da wiha pê da çû: "Kesên ku îdia dikin nûnerê gelê kurd ê ku neviyê Şêx Seîd û Selaheddînê Eyubû ne, karîkaturên ku heqaretê li Pêxemberê me dikin, darda kirin. Li bendê ne ku vê jî bi lêborînekê va ji ser xwe biavêjin, ev bêexlaqî ye. Lewra heman zêniyetê çend roj berê jî li dijî tesetûra Îslamê heman helwest nîşan dabû û êrîşî nirxên Îslamê kiribû. Tu kes nikare dijmintiya dijî Îslamê wek azadiya îfadeyan nîşan bide û bêexlaqiyê belav bike."
Garîp diyar kir ku kîjan fikr, îdeolojî û rêxistina siyasî dibe bira bibe, heke dev dirêjî pîrozên Îslamê bike ew ê li dijî wan bisekinin û wiha got: "Em bawer dikin ku gel jî dizane û li dijî van helwestan bertekê nîşan dide."
Serokê Bajêr ê AK Partiyê Zahîr Soganda û Namzedê Parlementeriyê yê AK Partiyê yê Wanê Faruk Alpaslan jî piştgiriyê dan daxuyaniyê û piştî çalakiyê Garîp pîroz kirin.
Çalakvan piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan meşiyan û li ser hişyariya polêsan belav bûn.