30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
DUZCE
Cemal Aksariyê bavê Cîhan Aksariyê Leşkerê Peyade yê Bipeyman ê ku di êrîşa li Daglicaya herêma Hekariyê cangorî bû got ku ew jî kurd e.
Aksari got "Ez pêşî tirk im û pişt re jî kurd im" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Selahattîn Demirtaş nikare min temsîl bike. Şensê wî yê ji bo temsîlkirinê tune. Ji bo ku bikare kurdan temsîl bike divê ji dehan cangoriyên me yên ku sed û yek sal beriya niya li Çiyayên Allahûekberê şehîd ketin û divê li Çanakkaleyê binêre û ji cangoriyên me yên wir şerm bike. Wan dema ku ji bo vî welatî canê xwe feda kirin ma tu cudahiyeke wekî kurd, çerkes, abhaza û mihacir kirin? Wê demê çaxê ku wan ji bo vî welatî xwîna xwe rijandin cudahî kirin gelo? Çima cudahî. Di nav me de cudahî tune, em hemû yek in, hemû bi hev re ne, yek al in, neteweyek in, hêzek in. Tu hêz nikare bi tu awayî me ji hev veqetîne."
- "Heqê Demirtaş tune ku gelê kurd temsîl bike"
Aksari destnîşan kir ku şensê Demirtaş tune ku gelê kurd temsîl bike û wiha axivî: "Selahattîn Demirtaş heke dikare xwe temsîl bike bila pêşî xwe temsîl bike pişt re hewl bide ku me temsîl bike. Bila Selahattîn Demirtaş me temsîl neke, em naxwazin. Mirovekî wisa lazimî me nîne. Em heta niha dewleteke cuda ya bi navê Kurdistanê nizanin, nas nakin. Em ê ji niha pê ve jî nas nekin. Ez kurd im, pêşî tirk pişt re kurd im. Di min de cudahî tune."
- "Ez amade me ku ji bo vî welatî canê xwe bidim"
Aksari da zanîn ku kurê wî ji bo vê welatê cangorî bû û destnîşan kir ku her dem amade ye ku ji bo welêt canê xwe bide.