19 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Saziyên civakî yên sivîl ên îslamî yên li Diyarbekirê sibê piştî nimêja înê dê ji bo kesên ku li Durumluya mezreya navçeya Surê di qetlîama PKKyê de mirin nimêja cenazeyê ya xiyabî bike.
Suleyman Nazlicanê Serokê Şûbeya Diyarbekirê yê Ozgur Derê û Endamê Lijneya Îcrayê ya saziyên civakî yên sivîl ên îslamî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku sibê li Mizgefta Mezin piştî nimêja înê ji bo kesên ku di qetlîama li Durumluyê mirin nimêja cezaneyê ya xiyabî bikin.
Nazlican qal kir ku piştî nimêjê dê bi daxuyaniya çapemeniyê qetlîamê şermezar bikin û diyar kir ku dê qetlîamê şermezar bikin û diyar kir ku qetlîama ku li Durumluyê hat kirin bûyerekî ji rêzê nîne.
Nazlican got ku berteknîşandana qetlîamê berpirsyariya mirovahî û îslamî ye û wiha axivî:
"Gelek mirov êtîm û bî man. Li hember vê qetlîamê bêdengbûn her hal tiştekî wisa ye ku tu mirovên hesas nikare bike. Em jî ji ber vê yekê ji bo ku li herêma me bûyerên wiha demildest xilas bibin û berpirsyarên vê qetlîamê bên girtin û ji wan hesab bê pirsîn em ê çalakiya protestoyê bikin."
- "Bi şîdet, xwîn û hêstiran tu mafên meşrû nehatine xwestin"
Nazlican diyar kir ku bi vê stratejiya kaosê ya ku PKKya rêxistina terorê dike hewl dide ku di nav civakê de înfialê derxîne û bi aloziya ku dê derkeve serdestiya xwe ava bikin û da zanîn ku dijî vê qetlîama ku PKKyê kir dê dengê xwe bilind bikin.
Nazlican axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ew kesên îdia dikin ku bi vê stratejiya şer mafên kurdan diparêzin di rastiyê de hatin rewşekî wisa ku bêtir mafên kurdan xesb dikin. Mafê jiyanê nadin kurdan. Bi şîdet, xwîn û hêstiran tu mafên meşrû nehatine xwestin. Kesên ku van xwestine di rastiyê de samîmî nînin. Mirovên ku heta îro ji ser mexduriyetê lêgerîna mafan dikirin îro hatin astekî wisa ku civaka xwe bi xwe mexdûr dikin û ketine pozîsyonekî wisa ku zirarê didin gelê xwe bi xwe. Aliyê ecêb ê vê karê ew e ku ew kesên ku van cinayetan bêperwa dikin ji bo ku xwe mafdar nîşan bidin gelê herêmê xaîn û hevkar nîşan didin. Êdî ev kar ne karê aqil e."
Nazlican got ku hemû welatiyan vedixwînin çalakiya protestoyê ya ku dê bikin.
Hat ragihandin ku dê gelek saziyên civakî yên sivîl ên wekî Şûbeya Diyarbekirê ya Memûr-Senê, Cemiyeta Mustazafan, Cemiyeta Mafên Mirovan û Îxwan Der jî piştgirî bidin protestoyê.