16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
NEW YORK
Hat ragihandin ku di 2016an da bi tevahî 23,9 milyar dolar îkramiye dan xebatkarên fîrmayên ku li Wall Streeta navenda fînansa DYAyê di qada emlakê da fealiyetê dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa mifetişê eyaleta New Yorkê Thomas P. DiNapoli da hat destnîşankirin ku yekûna îkramiyeya sala 2016an a ku li personelê şirketên broker ên emlakê yên li Wall Streetê hat belavkirin, li gorî pêrar ji sedî 2 zêde bû û derket 23,9 milyar dolarî.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku reqama navborî ji sala 2013an vir va cara yekemîn bilind bû, li Wall Streetê îkramiyeya ku xebatarekî par stand, li gorî pêrar ji sedî 1 zêde bû û herwiha ev raqam jî qedera 138 hezar û 210 dolar e.
Dîsa di daxuyaniya nivîskî da hat xuyakirin ku par di sektora emlaka New Yorkê da bona 3 hezar û 800 kesî îstixdama nû çêbû, hejmara xebatkarên sektorê derket 177 hezarî û ji 2008 sala krîza fînansî vir va ev reqama herî berz a îstixdama salane ye.