Önder Beyter
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
NEW YORK
Hat ragihandin ku Serokê berê yê Emrîikayê Barack Obama seba di konferansa ku wê ji aliyê fîrmayeke Wall Streetê va were lidarxistin da xeberdanekê bike, wê 400 hezar dolar ucret bistîne.
Li gorî nûçeyên çapemeniya DYAyê, şîrketa bi navê Cantor Fitzgerald ku li navenda fînansa welat Wall Streetê fealiyetê dike, wekî ucretê xeberdanê wê 400 hezar dolar bide serokê berê Obama.
Hat diyarkirin ku Obama wê wekî axêverê sereke yê konferansa tenduristiyê ku fîrmaya Cantor Fitzgerald wê di meha îlonê da li dar bixe, li konferansê bejna xwe nîşan bide.
Obama di heyama serokatiya xwe da şîrketên li Wall Streetê wekî berpirsiyarên qelsbûna aboriyê û krîza fînansî ya ku di sala 2008an da dest pê kir, destnîşan kiribûn û herwiha diyar kiribû ku sedema mezin a krîzê, fealiyetên van fîrmayan in.