Türkan Tosun
03 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
BRUKSEL
Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî got: "Êrîşeke li Îdlibê wê li ser gelê ku zêde êş kişandiye tesîreke xirabtir bike."
Mogherînî li Konferansa Balyozan a Yekîtiya Ewropayê de axivî û got li Sûriyeyê şer hê neqediyaye.
Mogherînî got divê rê li ber şerê li Îdlibê bê girtin û wiha axivî: "Êrîşeke li Îdlibê wê li ser gelê ku zêde êş kişandiye tesîreke xirabtir bike. Di van hefteyan da ji bo ku em rê li ber vê bigrin çi ji destê me tê divê em bikin."
Der barê rageşiya di navbera Îsraîl û Filistînê da jî Mogherînî got çareseriya du dewletî her ku diçe zehmettir dibe û wiha dewam kir: "Hemû dinya ber bi rewşeke xirabtir va diçe. Lê li vir pirsa ku divê bê pirsîn 'ev ji bo demekê ye an jî wê demeke dirêj dewam bike' e."
Îdlib keleha dawîn a muxalifên li Sûriyeyê ye. Lê 4 milyon sivîl dijîn û ew ditirsin ku rejima Esed û alîgirên wê operasyonekê bikin.
Îdlib li cihekî stratejîk e û pevçûneke li bajêr wê bibe sedem ku koçeke mezin ber bi Tirkiye û Ewropayê va çêbibe.