22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
HAKKARÎ
Li Derecika bajaroka Şemdînliya navçeya Hekariyê agir berî avahiya HDPyê dan.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, do bişev li bajaroka Derecikê kesên ku hê nayê zanîn kî ne êrîşî avahiya HDPyê kirin.
Di bûyerê da tiştek bi tu kesî nehat, lê belê avahiya ku agir berdanê şewitî.
Lêpirsîna der barê êrîşê da hê dewam dike.
Li Bajaroka Derecikê ji vir demekê berê rûsipiyên herêmê kom bibûn û diyar kiribûn ku bûyerên terorê zirarê didin gelê herêmê û bang kiribûn ku bûyer bi dawîbin.
- Êrîşî pireyê kirin
Wek mayîn endamên PKKya rêxistina terorê pireya di navbera bajarok û navçeyê da bi teqemeniyê teqand.
Bi tesîra teqîna bombeyê va di pireyê da xisar çêbû ji ber vê yekê jî ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Hêzên ewlekariyê ji bo derdestkirina terorîstan li herêmê operasyon dan destpêkirin.