Önder Beyter
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf der heqê zêdekirina hêza eskerî ya Amerîkayê li Kendava Besreyê da ew hişyarî anî ziman ku dibe ev yek bibe sedemê qezayan.
Zerîfê ku ji têlevîzyona CNNê ra axivî, rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da nirxand.
Zerîf der heqê zêdekirina hêza eskerî ya Amerîkayê li Kendava Besreyê da wiha xeberda, "Li qedeke teng komkirina hêza eskerî ya evqas zêde dibe ku xwe bi xwe bibe sedemê qezayan."
Zerîf herwiha bal kişand ku di rêveberiya Amerîkayê da kesên ku dixwazin qezayên bi vî rengî çêbibin hene û wiha got, "Ji bo ku qeza çênebe hişyarbûneke zêde zêde pêwîst e. Amerîka lîstikeke pir xeternak dilîze."
- Bangewaziya muzakereyê û gefxwarin ên Trump
Trump di daxuyaniya ya li ser Twitterê ya du roj berê da bi gotinên, "Heger Îran bixwaze şer bike, dê ev yek ji bo Îranê bibe dawîlêhatina fermî. Careke din gefê li Amerîkayê nexwe, tuwextî!" gef li Îranê xwaribû.
Serokê Amerîkayê Trump herwiha di daxuyaniya xwe ya du hefte berê ya li Qesra Spî da jî ji bo peymaneke nû bangî rêveberiya Îranê kiribû.
- Rageşiya Amerîka-Îranê
Rêveberiya Trump, 8ê Gulana 2018an daxuyandibû ku ew ji peymana nukleerê ku sala 2015an hatibû îmzekirin, vekişiyan.
Amerîkayê dû ra astengiyên dijî îxracata petrola Îranê cî bi cî kiribûn û di meha nîsanê da jî Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê li lîsteya "rêxistinên terorê yên biyanî" zêde kiribû.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî daxuyandibû ku wekî bersiv, di 8 gulanê da welatê wî beşek ji fealiyetên nukleerê cardin da destpêkirin û herwiha 60 roj jî mawe da hevbeşên peymanê da ku tedbîrên wiha werbigirin ku berjewendiyên Îranê parastî bimînin.
Amerîkayê çendek berê jî li dijî gefên dibe ku ji aliyê Îranê bên xwarin, wekî tedbîr, Hêza Peywira Bombardimanê ku ji Koma Êrîşê Keştiya Balafirê USS Abraham Lincoln û balafirên bombardimanê B-52 yên bi kapasîteya 4 nukleeran pêk tê, şandibû Kendava Besreyê.
Herî dawî duh, Berdevkê Saziya Vejena Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî eşkere kiribû ku miqdarê uranyuma bihêzkirî 4 qat hat zêdekirin.