Abdullah Tel
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Rêveberiya Îranê di nameya ji Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY ra şand da ragihand ku ew "li pey şerkirinê" nînin.
Li gor nûçeya medyaya dewleta Îranê, rêveberiya Tehranê li ser Baregeha Hewayî ya Eyn el-Esed a li Iraqê ya Amerîkayê ye da bi dehan moşekên balîstîk barand û paşê jî ji KENYê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ra name şand.
Di nameyê da wiha hat gotin: "Em li pey şerkirinê nînin. Em li hemberî her gavên eskerî yên ku wê li hemberî me bên kirin hişyariyê didin."