İbrahim Atmaca
23 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2020
Îstanbul Photo Awards 2020ê ya pêşbirka fotografên nûçeyan a navneteweyî ku îsal ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) ve 6emîna wê tê lidarxistin, juriya wê diyar bû.
Di juriya îsal da nûçegihanê fotoyê Yuri Kozyrevê endamê Ajansa NOORê, Gerînendeya Giştî ya Weşana Parîs Match Digitalê Marion Mertens, nûçegihanê fotoyê û şêwirmendê medyaya dîtbarî Georges De Keerle, Dîrektorê Geşepêdana Kargêriyê û Belavkirina Fotoyan ê AFPê Michel Scotto, nûçegihana fotoyê û nivîser Deborah Copaken, nûçegihanê fotoyê Ahmet Sel, Cameron Spencerê sernûçegihanê fotoyê yê sporê Getty Imagesê, Gerînendeyê Weşanên Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Hasan Oymez û Edîtorê Fotoyan ê AAyê Firat Yurdakul cî digirin.
Juriya navneteweyî ji kesên bi prestîj ên alema fotografêran pêk tê û wê di meha adarê da li Tirkiyeyê bicive û fotografên serkeftî kifş bike.
- Serlêdan heta 15ê sibatê hat dirêjkirin
Di nêzî sê mehan da ji nêzîka 80 miletî fotografêran serî li pêşbirkê dan û dema serlêdanê heta 15ê sibatê hat dirêjkirin.
Pêşbirk di kategoriyên "Nûçeya Kit", "Nûçeya Serî", "Spora Kit" û "Spora Serî" da hat lidarxistin û serlêdana pêşbirkê li ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê tê kirin.
Xelata mezin a pêşbirkê wê bidin fotoya yekemîn a kategoriya nûçeya kit a "Fotoyê Salê". Nûçegihanê ku wêne kişandiye wê 8 hezar dolar xelata pere qezenc bike. Ji bo yekemînên her kategoriyê her yekî 5 hezar, ji bo duyemînan her yekî sê hezar, ji bo sêyemînan jî her yekî hezar û 500 dolar pere wê wek xelat were dayîn.
Fotoyên ku xelatê distînin, wê li bajarên giring ên wek Tokyo û New Yorkê werin pêşandan û têkeve albuma fotoyan a Istanbul Photo Awardsê.