23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
CENEVRE
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî William Lacy Swing got, "Kanada ê 7 hezar penaberê sûriyeyî ji Tirkiyeyê wergire."
Swing di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da destnîşan kir ku beşa herî zêde ya penaberên ku biçin Kanadayê ê ji Urdin û Lubnanê be û got, "Ji Tirkiyeyê jî hejmareke berçav ji penaberan ê biçin Kanadayê. "Nêzîkî 7 hezarî ji wan 25 hezar penaberê Sûriyeyî yên ku Kanadayê biryardaye wergire, ê ji nav penaberên li Tirkiyeyê bên wergirtin."
Swing der barê derbasbûna hejmara penaberên ku îsal gihiştina Ewropayê, ku milyonek e got, "Milyonek ne hejmareke wisa ye ku nikarîbin bi wan ra derkevin serî. Pêwîst e statuyeke parastinê ya demkî, ji hemî penaberên Ewropayê ra bê dayîn."
Swing herwiha got, "Welatên Ewropayê sînorên xwe ji penaberan ra girtin, ev jî bû sedema tevlihevtirbûna qeyrana penaberan."