Fatih Gazioğlu,Türkan Tosun,Nihat Kavşut
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi projeyên nû yên Şaredariya Qulpê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin va çavkanî ji bo veberhênan û xizmetê tên xerckirin.
Piştî ku Şaredarê Qulpê ya DBPyî Metîn Dînar di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin, Qaymeqamê navçeyê Fatîh Dulgeroglu wekî Wekîlê Serokê Şaredariyê hat peywirdarkirin. Herwiha li navçeyê piştî destguhertina rêveberiya şaredariyê di xebat û xizmetên şaredariyê da rûpelekî nû vebû.
Li navçeya ku bi salan xizmet lê nehat kirin, ji bo ku di demeke kin da kêmasî bên diyarkirin û çareserî bên dîtin rêveberiya nû projeyên ku bihayê wan nêzî 60 milyon lire ne amade kirin. Ev çavkanî û proje ji bo xizmeta gel tên xerckirin.
- "10 sal e şaredariyê tu xizmet nekiriye"
Wekîlê Serokê Şaredariyê Fatîh Dulgeroglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji aliyekî ve bi çavkaniyên şaredariyê xizmetê didin gel, ji aliyekî ve jî bi projeyên civakî bona gel dixebitin.
Dulgeroglu got ew guh didin hemû daxwazan û ji bo ku xizmetên bi salan e welatî jê bêpar mane bi şev û roj dixebitin.
Dulgeroglu anî zîman ku xizmeta gel karekî pîroz e û wiha axivî: "Me dît ku 10 sal in di vê şaredariyê de ji hêla bajarvanî, binesazî, ava vexwarinê, qadên hêşîn, park, ji hêla çand û civakî de tu xizmetek nehatiye kirin."
Dulgeroglu destnîşan kir ku li navçeyê Navenda Çand û Hunerê, Navenda Jiyan û Îstixdamê ya Jinan, park, qada goglîstinê, avakirina dibistan û pirtûkxaneyan gelek proje ketine rewacê û wiha dewam kir: "Dema em hatin ser kar bi 13 projeyên veberhênanê li gor hewcedariya dewleta civakî me ji bona pêkanîna 16 projeyên xizmeta civakî dest bi xebatan kir. Me kêmasiyên di warê xizmeta şaredariyê da ku bi salan ne nayên kirin tesbît kirin û projeyan xwe amade kirin. Di nas salekê da bi alîkariya hikûmetê û Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê 60 milyon lire pere hat veqetandin. Îhaleya piraniya projeyan temam bûye û em ê piraniya projeyan di nav salekê da çêkin."
Dulgeroglu diyar kir di dema Metîn Dînarê Şaredarê Qulpê yê DBPyê da 10 sal di warê xizmetê da Qulp li paş maye û got em ji bona temamkirina kêmasiyan dixebitin û wiha dewam kir: "Dema çalakiyên xendek û barîkatan dewam dikirin ekîbên DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê ava fabrîqeyê dibirin û xebat disekinîn. Ev bi destê rêxistina terorê nayê kirin, bi destê ekîbên DÎSKÎyê tê kirin. Niha jî DÎSKÎ kêmasiyên binesazî, av û kanalîzasyonê ku 30 sal in nayên çêkirin çareser dike û bi 12 milyon lireyî xebatê dike."