BARCELONA
Katalonyaya Birêvebiriya Xweser ya li Rojhilatê Îspanyayê her sal di 11ê îlonê de çalakiyên roja neteweyî (Diada) li dar dixe. Çalakiyên îsal di bin siya nîqaşên alîgirên serxwebûnê de hat lidarxistin.
Ji bo ku hemû dinya daxwaza Katalonyayê ya ji bo serxwebûnê bibihîse, di tevahiya perava 400 kîlometreyî de bi dirûşmeya "Rêya Katalonyayê ya ber bi azadbûnê ve" bi beşdariya hezaran mirovî zincîra mirovan hat çêkirin. Di zincîra ku bi koordînasyona Parlementoya Neteweyî ya Katalonyayê (ANC) hat lidarxistin û bi hezaran dilxwaz peywirdar bûn. Çalakvanan tîşortên ku li serê Katalonyaya azad dinivîse wergirtin û gotinên wek "bi xatirê te Îspanya" bal kişandin.
Ji bilî Yekîtiya Demokratîk ya Katalonyayê endamên Îqtidara Koalîsyona Yekîtî û Aresteyê ya Katalonyayê (CIU) û Çepgirên Komarparêz yên Katalonyayê (ERC) piştgirî dan zincîrê. Partiya Sosyalîstan ya Katalonyayê (PSC) ya ku Îspanyayeke federal dixwaze, endamê xwe ji bo beşdarbûnê serbest hişt. Endamên Partiyên Gel û ya Cuîtadansê yên ku dixwazin bi Îspanyayê re girêdayî bimînin piştgirî nedan çalakiyê. Lîderê CIUyê her çiqas beşdarî zincîrê nebe jî, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştgiriyê didê û beriya çalakiyê lijneya ANCyê re hevdîtin kir.
Li Katalonyayê saziyên sivîl yên civakî yên ku alîgirên serxwebûna Katalonyayê ne, ev çend hefte ne kampanyaya çalakiyê dikin. Hezar rojnamevan ji bo çalakiyê akredîte bûn û çalakiyê bala rojnamevanên biyanî jî kişand. Serokê ANCê Carme Forcadell parast ku dê zincîr bi ser bikeve û bigihêje armanca xwe û got ku em hewceyî welatekî ku berjewendiyên me, nasname me diparêze ne. Ji ber vê yekê em dixwazin ku saziyên siyasî deklarosyana ku di 23yê kanûna paşîn de hatibû pejirandin, bi cî bînin û li Katalonyayê referandûmê îlan bikin.
Katalanên ku beşdarî xwepêşandana li Sagrada Famîlîayê bûn, pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin û nirxandinên wiha kirin: "Îspanya welatekî demokratîk nîne, me dixapînin û barên bacan datînin li ser milê me. Ji katalaniyan re pirsgirêkan derdixînin. Em êdî ji bilî azadiyê tiştekî naxwazin."
Katalanan got ji bo ku peyamê bidin hikûmeta Katalanan, ya Îspanyolan û ya cîhanê beşdarî zincîra mirovan bûn. Katalanan li ser pirsa heke hûn azadiya xwe bi dest bixin, xetereya dervemayîna ji YEyê heye, gotin ku "Tirkiye neteweyeke mezin e û hûn jî ji derveyî YEyê baş xuya dikin."
Di vê navberê de Koalîsyona Bîldu EH ya cudaxwaz ya li herêma Baskê jî piştgirî da çalakiyê. Hikûmeta Îspanyolan çalakî wek "Li Îspanyayê nîşaneya azadiya îfadeyê" şîrove kirin û digel her tiştî gotin ku vê çalakiyê zira da îmaja Îspanyayê.
Di vê navberê de komeke rastgirên fanatîk yên ku ji 10 kesan pêkhatî êrîşî ofîsa Madrîdê ya birêvebiriya xweser ya Katalonyayê kir. Komê dirûşmeyên wek "me nexapînin, Katalonya Îspanya ye" avêtin û hin parlementerên Katalanî û vexwendî dehf dan. Piştî ku alayên falanjîst û Îspanyayê vekirin, ji salonê derketin.
Hemû partiyên siyasî bûyerên li Madrîdê şermezar kirin. Ji hêla din ve hat ragihandin ku 1,6 milyon kes beşdarî çalakiya "ji bo azadiyê rêya Katalonyayê" bûn.