07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
ÎSTANBUL
Keştiya Cengê ya Rûsyayê di Tengava Stenbolê ra derbasî Deryaya Marmarayê bû.
Keştiya navşikêna (destroyer) ji çîna Kashinê bi navê "Semetlivy" bi hejmara bordaya 870yî ya Hêza Deryayî ya Rûsyayê, Ji hêla Deryaya Reş va gihişt Tengava Stenbolê û derbasî Deryaya Marmarayê bû. Di dema derbasbûnê da, Ewlekariya Peravê û Botên Polêsan ji Deryayê va û helîkoptera polêsan jî ji esmanan va, eskortî ji wê keştiyê ra kirin.
Di dema derbasbûna keştiyê da hat dîtin ku li koşka kaptan û herdu ber sîngê pêş û paşê keştiyê da hejmarek gelek karmend hene.