07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
ÎSLAMABAD
Li bajarê Çarsaddayê ku li rojavayê bakurê Pakistanê ye, êrîşeke xwekujiyê birin ser dadgeha herêmî û di encamê da 8 kes mirin, 14 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, êrîşkarekî xwekuj berê xwe da dadgehê, lê peywirdarên ewlekariyê ew ferq kirin, di wê kêliyê da êrîşkar xwe teqand.
Di teqînê da 2 jê polês 8 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên derûdorê û herwisa hêzên ewlekariyê jî li ciyê bûyerê tevdîrên xurt ên ewlekariyê standin.