Önder Beyter
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
BAKU
Li Azerbeycanê 100emîn salvegera Komarê ku di 28ê Gulana 1918an da hatibû ragihandin, tê pîrozkirin.
Serokomar Îlham Aliyev beşdarî merasima li ber Abîdeya Komarê bû. Di merasima ku bi xwendina Sirûda Neteweyî ya Azerbeycanê va dest pê kir da Aliyev çeleng danî ber abîdeyê.
Bi minasebeta Roja Komarê ji gelek welatên wekî Ozbekistan, Îtalya, Finlandiya, Koreya Başûr, Swîsre, Swêd, Sûdan, Fas, Yûnanistan, Kuba, Macaristan, Îspanya, Gurcistan, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Iraq, Çîn, Rûsya, Romanya, Qazaxistan, Litvanya, Amerîka, Almanya, Qirxizistan, Misir, Tacikistan, Ukrayna, Tirkmenistan, Belçîka, Hindistan, Norwec, Erebistana Siûdî, Libnan, Îran, Xirvatistanê ji Serokomar Aliyev ra peyamên pîrozbahiyê hatin şandin.
Herwiha Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji Aliyev ra peyama pîrozbahiyê şand.
- Komara Azerbeycanê
Şûraya Neteweyî ya Azerbeycanê ku Mehmet Emîn Resûlzade serokê wê bû, li bajarê Tiblîsê yê Gurcistanê di 28ê Gulana 1918an da serxwebûna Komara Azerbeycanê ragihand.
Ji ber ku Baku di bin dagiriya çeteyên Ermenî û Bolşevîk da bû, hikûmeta demkî ya Azerbeycanê ku Fethalî Xan Xoyskî serokê wê bû, fealiyetên xwe demekê li bajarê Genceyê domandin.
Dewleta yekemîn a ku serxwebûna Azerbeycanê nas kir, Dewleta Osmanî bû. Di çarçoveya peymana ku herdu welatan îmze kirin da, ji ber gefên Ermenî û Bolşevîkan ku her diçû zêde dibûn, Artêşa Îslamê ya Kafkasan ku Nûrî Paşa (Killigil) fermandarê wê bû, ji bo alîkariyê hat şandin. Artêşê Gokçay, Salyan, Axsû û Kurdemîr ji yekîneyên Bolşevîk û çeteyên Ermenî paqij kirin û di 15ê Îlona 1918an da Baku rizgar kirin. Di şerên rizgarkirina Bakuyê da Artêşa Îslamê ya Kafkasan hezar û 130 şehîd dan.
Li Azerbeycana ku wekî yekemîn komara demokratîk a Rojhilatê tê qebûlkirin, di maweyeke kurt da di warên dîn, perwerde û azadiya wijdanê da reform hatin kirin û herwiha Azerbeycanê di heman demê da pereyê xwe jî çap kir.
Di "Danezana Îstiqlalê" ya komarê da bêyî cudahiya dîn, nijad, mezheb û cinsiyet ji bo hemû welatiyan mafên yeksan hatin dayîn.
Komara Azerbeycanê piştî ku artêşa Sovyetê di 28ê Nîsana 1920î da ew welat dagîr kir, rûxiya.