Türkan Tosun
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Bihayê warêlê nefta Brent di roja ewil a hefteyê de li piyaseyên navneteweyî dakete 75,14 dolarî.
Warêlê nefta Brent roja înê bi 78,74 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 78,74 dolarî. Warêlê nefta Brent îro serê sibê jî bi 76,13 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.05an pê va ji sedî 1,3 kêm bû û bû 75,14 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 66,24 dolarî hat firotin.
Nefta xam a cureya wê Brent e hefta borî roja çarşemê 79,69 dolarî roj qedandibû. Roja înê jî herî kêm bûbû 76, 02 dolar û di nav du rojan de 4,6 kêm bûbû.
Li gor daneyên şirketa Baker Hughes a ku hefteyî tê weşandin di heyama 12-18ê gulanê de li Amerîkayê 15 kuleyên sondajê yên neftê dest bi xizmetê kir. Bi vî awayî du hefte berê kuleyên ku hejmara wan 844 bûn hefta borî derkete 859an. Di nav 18 hefteyan de hejmara kuleyên sondajê yên neftê ji sedî 15 zêde bûn.
Ji ber ku hejmara kuleyên sondajê yên neftê zêde bûn, li piyaseyên navneteweyî bihayê neftê jî kêm bû.