Türkan Tosun
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
BRUKSEL
NATOyê daxuyand Komîsyona NATO-Ukraynayê ji bo ku li ser geşedanên li Tengava Kerçê û Behra Azakê qewimîn da biaxivin wê bi derasayî bicive.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo ku der barê geşedanên diqewiminda biaxive telefonê Serokê Dewlata Ukraynayê Petro Poroşenko kir.
Piştî axaftina wan daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin Stoltenberg û Poroşenko der barê geşedanên li herêma Tengava Kerçê û Behra Azakê da axivin.
- Komîsyona NATO-Ukraynayê wê bi derasayî bicive
Hat gotin Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi awayekî xurt piştgiriyê dide yekîtî û desthilatiya axa Ukraynayê û seferên li ser behran.
Hat destnîşankirin li ser daxwaza Poroşenko Komîsyona NATO-Ukraynayê wê bi derasayî bicive.
Tê texmînkirin Komîsyon wê îro li Baregeha NATOyê bicive û balyoz wê beşdarî civînê bibin.
Duh serê sibê li Behra Azakê keştiyên Ukrayna û Rûsyayê hatibûn li hemberî hevdu.
Keştiyên Rûsyayê ji ber hinceta keştiyên Ukraynayê derbasî aliyê ava Rûsyayê bûne keştiyên Ukraynayê gulebaran kiribûn.