Ömer Koparan,Mehmet Burak Karacaoğlu,Ahmet Karaahmet,Eşref Musa
29 Mijdar 2024•Rojanekirin: 30 Mijdar 2024
Li Sûriyeyê komên çekdar yên dijî hêzên rejima Beşar Esed şer dikin, ketin navenda bajarê Helebê.
Komên çekdar yên ku sê roj e bi hêzên rejimê ra şer dikin û ji rojavayê da ber bi navenda Helebê va diçin, li xeta taxên Hemdaniye, Heleba Nû û Zehraya li dervayî bajêr parastina hêzên rejimê şikandin û ketin navenda Helebê.
Komên çekdar wek mayîn li rojhilatê başûrê Îdlibê navçeya Seraqibê ya ku lê rêyên M4 û M5ê digihêjin hev ji bakur û başûr va dorpêç kirin.
Di 27ê Mijdarê da li rojavayê Helebê di navbera hêzên rejima Esed û komên dijî rejimê da pevçûn derketibûn.
Di pevçûnan da hêzên çekdar li bajarên Heleb û Îdlibê 70 cî û war hildabûn.