HELEB
Li Sûriyê yek ji cihên ku şerê navxweyî hêj jî lê didome, li bakurê Helebê navçeya Dudenê ereb, kurd û tirkmen bi hev re lê dijîn. Ev bi qasî 10 mehan e ku navçe di bin kontrola PYDê de bû. Bêyî ku pevçûn derkeve navçe ji destê PYDê derket û kete destê yekeya bi navê Fatih Sultan Mehmed a tirkmenan.
Fermandarê Yekeya Fatih Sultan Mehmed a Dudenê Bîlal Mistafa Alî da zanîn ku ev 10 meh in Duden di bin kontrola PYDê de bû û wiha axivî: "Pêşî gotin em ji bo parastina we hatin. Piştre PYD kete hundir. Li gor hevpeymanê, me dê li hember rejîma Esed mil bi mil şer bikira. Lêbelê hevpeyman xerab kirin."
Alî got PYDê soz da ku me dê bi hev re li dijî rejîma Esed şer bikira. Lê piştre sozê xwe negirt û çek dan destê kurdên li navçeyê û xwestin ku wê navçeyê bigirin bin kontrola xwe û wiha pê de çû: "PYD propaganda kir û alaya PYDê bi her derê navçeyê ve daliqand. Nehiştin ku alîkariyên însanî bigihêjin destê me. Zêdetir bi ser ve çûn û bûne asteng ji bo hêzên tirkmenan yên ku li Helebê bi hêzên Esed re şer dikirin."
Alî got ku em li Dudenê ereb, tirk û kurd bi hev re dijîn û wiha axivî: "Pirsgirêkeke me bi birayên me yên kurd re tuneye. Diya min kurd e. Xwişka min bûka kurdan e. Ez ê çawa bi gelê ku ji xwîna min e re şer bikim. Me bi kurdan re civînek li dar xist û wan jî biryar da ku bi me re bimînin û 40 malên ku destek dane PYDê jî ji navçeyê derketin û bi PYDê re çûn."
Alî got ku tenê dijminekî me heye ew jî Esed e. Em ê di nav Sûriyeke yekbûyî de bi hev re bijîn.
Ji malmezinên kurdên li wir Ebû Suleyman jî got ku PYDyî di nav malbatên kurdan de digeriyan û propaganda xwe dikirin. Ji Qendîlê jî du fermandarên jin hatin û gotin dê û bavên we şaş in û xelet dizanin, werin bi me re tevbigerin, em ê dewletekê ava bikin.