RAKKA
Li Sûriyê kurê Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, ê bi navê Şervan Muslîm di şerê ku li navçeya Tel Ebyadê derket de mir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, Şervan Muslîm di şerê ku di navbera Rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam Iraqê digel Yekîneyên Parastina Gel a girêdayê PYDê de derket de hat kuştin.
Cenazeyê lawê Salih Muslîm ê Şervan Muslîm li Kobanê, bi merasîmek ku dayika wî jî beşdar bû hat defin kirin.
Berê hatibû ragihandin ku 2 law û keçikek Salih Muslîm di nav refên YPGê de cih digrin.