TRABLUS
Berdevkê hikûmeta Lîbyayê Muhammed Kaber di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de wiha got: "Kesên nediyar Serokwezîr Ali Zeydan li Trablusê otela ku tê de dîma bi zorê revandin û birin cihekî nediyar."
Kaber diyar kir ku ew û Alikarê Serokwezîrê hikûmeta Lîbyayê ji bo ku der barê bûyerê de lêpirsînê bikin ji serê sibê pê ve civîneke deresayî pêk anîn. Kaber anî zimên, nûçeyên ku dibêjin Serdozger Abdulkadîr Ridvan biryarek daye ku Zeydanli ser sûcê ewlekariya dewletê û gendeliyê divê bê binçavkirin ne rast e.
Odeya Operasyonê ya Şoreşgerên Lîbyayê jî got ku Zeydan li ser sûcê gendelî û rişwetê hatiye binçavkirin.
Ji hêla din Serdozgeriya Lîbyayê diyar kir ku der heqê Serokwezîr Zeydan de biryara binçavkirinê nehatiye dayîn.
Tê gotin piştî ku operasyon ji bo Nezîr Abdûlhamîd er-Rakiyê ku ji yek reberên El-Kaîdeyê ye hat kirin, Serokwezîr li hember vê hat revandin.
Heta niha tu kesê berpirsiyariya bûyerê negirt ser xwe.