DUHOK
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Deriyê Sînor yê Sêmalkayê hildan, di van 3 rojên dawîn de ji 9 hezaran jor penaber ji Sûriyê reviyan û hatin Herêma Kurdistanê. Rayedaran diyar kir ku penaber li kampên nû yên li Hewlêr û Silêmaniyê hatin bicîkirin.
Peneber ji hêla pêşmergeyan ve hatin pêşwazîkirin. Penaberan got ku şerê di navbera Eniya El-Nusra û PYDê dibe sedema birçîmayin, alozî û kêmasiyan, ji ber vê yekê welatê xwe terikandin.
Ji penaberên Sûriyî Mehmûd Muhemed got ku ji ber tunebûn û birçîbûnê, mecbûr man ku koç bikin. Xetîce Eliyê jî got ku em zehf ditirsin, ji ber vê yekê bi hêsanî nikarin biçin û bên, heke deriyê sînor vekirî bimîne li aliyê me kesek namîne.
Nazik Îsa anî ziman ku ji bajarê Hesekiyê di 6 saetan de bi tirs reviyan û got ku me nikaribû ku ji ber dengê çek û teqînan razên, ewlehiya me tunebû, me nikaribû ku xwarin û vexwarinê peyda bikin. Min perwerdeya xwe nîvco hişt û hatim, heke ku derfeta min çêbibe, ez dixwazim ku perwerdeya xwe li vir temam bikim.
- Barzanî: "Em naxwazin ku kurd rojavayê vala bikin"
Serokê Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal Mesud Barzanî ji ber hatina penaberên sûriyî ya Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî di malpera fermî ya serokatiyê de hat weşandin. Barzanî di daxuyaniya xwe de got ku em naxwazin ku kurd rojavayê vala bikin.
Barzanî di daxuyaniya xwe de parast ku civata navneteweyî arîkariya hewcedar nake û wiha axivî: ''Birayên me yên rojavayî koçî Kurdistanê dikin, ev yek mijarake gelek girîng e. Em naxwazin ku kurd xaka xwe ya li Sûriyê vala bihêlin û vê yekê qebûl bikin. Heke di xaka xwe de bimînin, dê ev yek bihêle ku mafên wan nekevin xetereyê."
Barzanî bangî rêxistinên arîkariyê yên navneteweyî kir û xwest ku ji bo hewcedariya penaberên rojavayî barê wan sivik bikin û berpirsyariya xwe bi cî bînin.
KBPNY: "Bi hezaran penaberên sûriyî derbasî Kurdistanê bûn."
Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) ragihand ku bi hezaran penaberên sûriyî derbasî Kurdistanê bûn.
KBPNYê daxuyaniyeke nivîskî da. Nûnera KBPNYê ya li Îraqê Claîre Bourgeoîs dest nîşan kir ku rayedaran diyar kirine ku duh zêdeyî 5 hezaran penaberên Sûriyî ji herêma sînor ya Sahelayê derbas bûn û bi qasî wan jî ji bo ku derbas bibin, derketin rê.
Claîre Bourgeoîs dest nîşan kir ku di van rojên dawîn de jimara penaberên ku ji Sûriyê tên, çiqas diçe zêde dibe. Bourgeoîs bi bîr xist ku di roja şemiyê li ber deriyê Sêmalkaya ku li ser çemê Dîcleyê ye, zêdeyî 10 hezaran Sûriyî derbasî Herêma Kurdistanê bûn.
Bourgeoîs ragihand ku gelek sûriyî ji ber pevçûnên li bajarên Efrîn, Hesekî û Qamişloyê hatin Îraqê û bi bîr xist ku roja pêncşemê pêla dawîn ya penaberan dest pê kir, beriya wê jimara penaberên sûriyî yên li Îraqê 154 hezar bû.
Bourgeoîs diyar kir ku KBPNYê 37 kamyonên arîkariyê da û ragihand ku KBPNY ji ber hevkariya hikûmeta Îraqê û birêvebiriya Herêma Kurdistan spasdar e.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji nîvê gulana 2013an heya pêncşema borî, ji Sûriyê 700 Sûriyî derbasî Îraqê bûn.