22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
BAB
Li Sûriyeyê grûbên kurdên muxalif yên ku li dijî polîtîkayên zextê û desteserkirinên keyfî yên rêxistina terorê PYDyê ne, di heman demê da hem li hemberî DEAŞê û hem jî li hemberî PYDyê têkoşînê dikin.
Mehmûd Xalo Ebû Hemzeyê Fermandarê Tûgaya Neviyên Selahedîn (Ehfad Selahedîn) ku yek ji grûbên kurd ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) e, yê ku ji ber êrîşên rêxistina terorê DEAŞê xwe revî û xwe spart gundê Sûsambatê, diyar kir ku ew li herêmê li dijî DEAŞ û PYDyê şer dikin.
Ebû Hemze di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Tûgaya Selahedîn a ku ji gencên kurd ên girêdayî ASAyê pêk tê, li bakurê Helebê bi PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ra pevçûn.
Ebû Hemze îdia kir ku girtîgehên rêxistinê ji girtîgeha Sadnaya ya rejima Esed a li paytext Şamê xerabtir in û wiha qala rojên xwe yên girtîgehê kir:
"Ez 15 mehan di hucreyeke tarî da hatim girtin. Ji ber ku ez digel muxalifan tevdigerim, 4,5 meh her roj êşkence li min kirin. PYDyê herî dawî biryara idama min da. Ez di guhastina girtiyan a di navbera muxalif û PYDyê da hatim berdan. Rêxistinê du gencên kurd ên di nava refên muxalifan da li ber çavê min kuşt."
Ebû Hemze diyar kir ku PYD dest nade erebên di nav ASAyê da, lê belê eziyetê li ciwanên kurd dike û bal kişand ku PYDya rêxistina terorê di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da xwe wek nûnerê tekane ê kurdan nîşan da. Hemze got: "PYD nikare bibe nûnerê kurdan. Hewl dide ku bi zora sîlahan kurdên li Sûriyeyê kontrol bike."
Ebû Hemze got naxwazin ku kurdên ji Sûriyeyê ber bi herêmên Ezez û Cerablûsê pêş da herin û wiha pê da çû:
"Me ji bo vê bi PYDê ra şer kir. Em ji serî da li dijî projeyên PYD-PKKê yên li herêmê ne. Eleqeya PYD-PKKya ku li herêmê ji Îranê ra xizmetê dike û kurdan bi hev ra tune. Heke PYD bi kurdan ra eleqedar bûya ew ê malbatên kurd ji cî û warên wan nekira, ciwanên kurd jî ji ber tundiya PYDê nerevîna Ewropayê."
Ebû Hemzeyê fermandar got mimkun nîne ku PYD di navbera Efrîn û Kobanêyê da federasyonê îlan bike, gelê herêmê ji ereb, tirkmen û kurdan pêk tê.